Terorîstên DAISê pistî bombekirina mala muxtar, zaroka 13 salî jî revandin

14 August 2022 11:12 0 dîtin
Terorîstên DAISê pistî bombekirina mala muxtar, zaroka 13 salî jî revandin

PeyamaKurd – Çekdarên rêxistina terorîst DAIŞê li navçeya Daqûqê ya bajarê Kerkûkê, êrîşî gundê El Sumud kir û mala gundê muxtarê gund bombe kir.

Li gorî zanyariyên Polîsê Kerkûkê, çekdarên DAIŞê pêşî êrîşî mala muxtarê gund Hesen Ebdullah kirine û bombe di xaniyê wî de teqandine.

Hat diyarkirin piştre jî zarokeke 13 salî revandine ku çarenivîsa wî nediyar e.

Hat ragihandin ku ji bo rizgarkirina wê zarokê li herêmê operasyonek li dijî DAIŞê hatiye destpêkirin.