Mexmûr | Terorîstên DAISê mala fermandarekî Pêsmerge teqand

30 September 2020 16:14 0 dîtin
Mexmûr | Terorîstên DAISê mala fermandarekî Pêsmerge teqand

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro Çarşemê çekdarên rêxistina terorîst DAIŞê li gundekî ser bi qezaya Mexmûrê ve mala fermandarekî Pêşmerge teqand ku ew fermandarê Pêşmerge û malbata wî dema teqînê ne mala xwe bûn.

Li gorî daxuyaniya Qeymeqamê Mexmûrê Rizgar Mihemed ku ji BasNewsê re daye, bûyer îro Çarşemê li gundê Elî Reş li sînorê  Mexmûrê pêk hatiye û mala fermandarekî Pêşmerge bi navê Xazî Feysel ji aliyê çekdarên rêxistina terorîst DAIŞê ve hat teqandin û xaniyê wî zirareke mezin dît.

Rizgar Mihemed daye zanîn tevgereke zêde ya DAIŞê li herêmê heye û DAIŞ li herêmê bihêz dibe û dema DAIŞê ew êrîş pêk aniye Pêşmerge û malbata xwe li mala xwe nebûne.

Gundê Elî Reş di navbera sînorê Pêşmerge û artêşa Iraqê de cih digire ku tevgera DAIŞê li wê herêmê gelekî zêde bûye  û bûye metirsî li ser jiyana xelkê.