Li Kerkûkê, hejmarek terorîstên ISÎDê hatin kustin
PeyamaKurd- Ji aliyê Berpirsê Ragihandina Rêveberiya Polîsên Kerkûkê Amir Nûrî ve bi rêya daxuyaniyekê hat ragihandin ku li derdora taxa Reşad a navçeya Havice li başûrê bajêr, li dijî terorîstên IŞÎDê, operasyonek hatiye lidarxistin.
Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku raportek gihîştiye ber destên wî ku endamên IŞÎDê li navçeyê amade bûne û got ku di operasyona hêzên polîsên federal ên Iraqê ya li navçeyê de, 5 terorîst hatine kuştin.
Rêxistina terorî ya IŞÎD, di hezîrana 2014an da hemû parêzgehên Mûsil, Selahedîn û Enbarê yên Iraqê, hin parêzgehên Diyala û Kerkûkê jî bi dest xistibû û di nav salan de ev herêm ji rêxistinê paşve hatibûn girtin.
Serokwezîrê berê yê Iraqê Heyder Ebadî di 9ê Kanûna 2017an de serkeftina li dijî rêxistinê ragihandibû.
Her wiha Fermandariya Operasyonên Kerkûkê ragihand ku di êrîşa 19’ê Mijdarê ya IŞÎDê ya li ser xala çavdêriya artêşê ya li bajêr de, 4 leşkerên Iraqê canên xwe ji dest dane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin