Li Kerkûkê, komek endamên ISÎDê hatin desteserkirin
PeyamaKurd- Ji aliyê hêzên emnî yên Kerkûkê ve hat ragihandin ku polîsên Kerkûkê, di operasyona li dijî rêxistina terorîst a IŞÎDê de komek endamên rêxistinê desteser kir.
Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat diyarkirin ku piştî êrîşa bi motosîklet a duh a li bazara Penca Elî ya li dijî polîsan, li dijî rêxistina terorîst a IŞÎDê operasyon hat lidarxistin û hat ragihandin ku di nav koma çeteya IŞÎDê ku hat desteserkirin de payebilindek ku ji êrîşa duh a li dijî polîsan û êrîşên din berpirsyar e jî cih digire.
Hat destnîşankirin ku êrîşên çeteyên IŞÎDê de yên di demên dawî de li herêma Cebel Bor a Kerkûkê zêde bûne.
Li gorî agahiyên hatin dayîn, koma desteserkirî ji êrîşên kuştina polîs û leşkerekî li Kerkûkê û şehîdkirina Pêşmergeyek û revandina Pêşmergeyek berpiriyar e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin