Asayisa Rojava: 25 terorîstên ISÎDê hatin girtin
PeyamaKurd- Ji aliyê rayedarên Navenda Ragihandinê ya Asayişa Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ve hat ragihandin ku di operasyona “Mirovahî û Ewlekarî” ya li Kampa Holê hatiye destpêkirin de 25 terorîstên IŞÎDê hatine girtin.
Di daxuyaniya hat dayîn de hat ragihandin ku di roja 13an a operasyona ku li nav Kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê tê rêvebirin de 9 jê jin, 25 IŞÎDî hatine girtin. Li gorî ragihandinê, di operasyonê de 7 konên ku şaneyên IŞÎDê ji bo perwerdehî û êşkenceyê bi kar dihanîn jî hatine dîtin û ew kon hatine rakirin.
Li ser desteserkirina cebilxaneyan jî hat eşkerekirin ku 4 cercûr û cebilxaneyên kalaşnîkof, 4 çenteyên leşkerî û hard-dîskên çalkirî jî hatine desteserkirin.
Hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser, di 25ê Tebaxê de bi alîkariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û bi piştgiriya Hevpeymaniya Navneteweyî, qonaxa duyemîn a operasyona “Mirovahî û Ewlekarî” dabû destpêkirin da ku di nav kampê de terorên veşartî bên desteserkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin