Hêzên Iraqê li Xaneqînê êrîsa hewayî bir ser DEAS ê

09 October 2021 23:45 0 dîtin
Hêzên Iraqê li Xaneqînê êrîsa hewayî bir ser DEAS ê

PeyamaKurd – Balafirên F-16 yên artêşa Iraqê li Xaneqînê êrîşê bir ser ciyên DEAŞ ê û baregehekî bi dizî yê DEAŞ ê bombe kir. Li gor ragihandina tora medyayê ya serokwezîrtiya Iraqê hat ragihandin ku balafirên di bin fermandariya operasyonên hevpar de, êrîşê birine ser deverên weka Xaneqînê ku dikeve derveyê rêvebiriya Herêma Kurdistanê.

Di ragihandinê de hat gotin ku li Xaneqînê li bajarokê Wadî Selabê, li ciyê ku DEAŞ î xwe veşartine xistine, wargehê îmha kirine û DEAŞ iyen tê de kuştine.