Li Daqûqê ser di navbera hêzên Iraqê û çekdarên DAISê de derket

30 April 2022 15:59 0 dîtin
Li Daqûqê ser di navbera hêzên Iraqê û çekdarên DAISê de derket

PeyamaKurd – Li çemê Roxane yê li sînorê qeza Daqûq a ser bi parêzgeha Kerkûkê, şer di navbera hêzên Iraqê û çekdarên DAIŞê de derket.

Li gor Qaymeqamê Daqûqê Luyis Fendî diyar kiriye: “Îro 30.04.2022yê hêzên Iraqê operasyoneke leşkerî li çemê Roxane ya li sînorê Daqûqê li dijî DAIŞê dane destpêkirin.”

Herwiha eşkere kir, operasyonên wiha ji aliyê hêzên Iraqê ve li sînorê Daqûqê gelek pêk tên, lê niha destkeftê operasyonên wan nebûye.

Di berdewamiyê de hat eşkerekirin, îro berî nîvro li çemê Roxane şer di navbera çekdarên DAIŞê û hêzên Iraqê de pêk hatiye û heta niha jî şer berdewam dike, lê derbarê ziyanên canî yên wî şerî de zanyariyên bi hûrgilî nehatine belavkirin.