Saneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê: Serkirdeyekî DAISê li Kerkûkê hat kustin

07 October 2022 12:04 0 dîtin
Saneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê: Serkirdeyekî DAISê li Kerkûkê hat kustin

PeyamaKurd – Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê diyar kir ku serkirdeyekî DAIŞê li Kerkûkê hatiye kuştin.

Li gor di daxuyaniya Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê de hat eşkerekirin: “Di proseyeke serbazî ya bêhempa de, cîgirê serbazî yê Kerkûkê terorîst Ebû Mistefa û du hevalên wî, bi hevkariya ligel Fermandariya Operasyonên Hevbeş, hatin kuştin.”

Di berdewamiyê de hat destnîşankirin, operasyon li nav xaniyekî li Wadî Zixîton a li parêzgeha Kerkûkê bûye û bi rêya balafirekê hatine armanckirin.