Saneya Ragihandina Ewlehiya Iraqê: Komên ji yasayê derketî, hewla têkdan û alozkirina rewsê didin

07 April 2022 09:59 0 dîtin
Saneya Ragihandina Ewlehiya Iraqê: Komên ji yasayê derketî, hewla têkdan û alozkirina rewsê didin

PeyamaKurd  Êrîşa moşekî ya ser Kewirgoskê, do ji aliyê Şaneya Ragihandina Ewlehiya Iraqê ve bi daxuyaniyekê hat şermezarkirin.

Şaneya Ragihandina Ewlehiya Iraqê bi daxuyaniyekê diyar kir, di demeke ku hemwelatî di rewşeke baweriyên xwe yên meha Remezanê  dijîn de, komên ji yasayê derketî, hewla têkdan û alozkirina rewşê didin. Terorîstan îşev, qezaya Xebat a li sînorê parêzgeha Hewlêrê moşekbaran kirin.

Şaneyê herwiha di daxuyaniya xwe de eşkere kir û got, 3 moşek li cîhekî vala û axa kiştûkaliyê ya nêzîk nahiya Kewirgoskê ketine û tu ziyanek nebûye, lê derketiye holê ku moşek ji navçeya Hemdaniyê ve hatine avêtin.

Herî dawî hat destnîşankirin, saziyên ewlehiyê dest bi lêkolînê kirine û kar ji bo girtina terorîstan didin ku derkevin pêşberî dadgehê.