Saneya Ragihandina Ewlekariya Iraqê kustina 4 serkirdeyên DAISê ragihand
PeyamaKurd – Şaneya Ragihandina Ewlekariya Iraqê bi daxuyaniyekê diyar kir, 4 serkirdeyên DAIŞê ku 2 ji wan ‘parêzgar’ in hatine kuştin.
Şaneya Ragihandina Ewlekariya Iraqê do bi daxuyaniyekê eşkere kir, wan nasnameyên 4 serkirdeyên DAIŞê bi testa DNAyê zelal kirine ku di 14ê Hezîranê de li parêzgeha Selahedîn a Iraqê di bombebarana balafiran de hatibûn kuştin.
Hat ragihandin, 4 serkirdeyên DAIŞê yên hatine diyarkirin wiha ne; Mahîr Elî Ebdullah Cibûrî ku bi navê Ebû Ezam jî tê naskirin, ‘parêzgarê’ Dîcleyê, Xanim Ezîz Salih Cewarî ku bi navê Ebû Bîlal jî tê nasîn, ‘parêzgarê’ Selahedînê û du yên din Seyf Tariq Feracî, bi navê Ebû Saad, berpirsê darayî yê DAIŞê û Cewad Qeysî jî serkirdeyekî wê rêxistinê bû.
Herwiha Şaneya Ragihandina Ewlekariya Iraqê eşkere kir, heşt serkirdeyên DAIŞê li Geliyê Sersar li rojavayê parêzgeha Selahedînê hatin kuştin û hewl didin nasnameyên DAIŞiyên din jî zelal bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin