Neynewa | 5 teroristên DAISê ji aliyê Saneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê ve hatin girtin

02 December 2023 17:27 0 dîtin
Neynewa | 5 teroristên DAISê ji aliyê Saneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê ve hatin girtin

PeyamaKurd – Li Neynewayê 5 teroristên DAIŞê ji aliyê Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê ve hatin girtin.

Li gor Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê îro diyar kir, Li gorî zanyariyên îstixbaratê, 5 çekdarên DAIŞê li gundê El-Mûmê yê li parêzgeha Neynewayê di kemînekê de hatin girtin.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, rola wan terorîstan di êrîşên li dijî endamên hêzên ewlekariyê de hebû û ji bo girtina rêkarên yasayî, bo aliyên pêwendîdar hatin radestkirin.

Herwiha îro jî destnîşan kir, hejmarek çekdarên DAIŞê derbasî gundekî Mexmûrê bûn û şer û pevçûn di navbera wan û artêşa Iraqê de derket û 2 leşkerên Iraqê birîndar bûn.

Hat ragihandin ku  ew çekdarên DAIŞê yên îro derbasî gundê Goptepeyê bûbûn, şeva borî li gundê Eliyê Reşî êrîşî hêze artêşa Iraqê kiribûn û leşkerek kuştibûn û 4 jî birîndar kiribûn.