Saneya Ragihandin û Hisyariyê: Mosek ji aliyê komên deryasayî ji Neynewayê ve hatine avêtin

02 May 2022 09:29 0 dîtin
Saneya Ragihandin û Hisyariyê: Mosek ji aliyê komên deryasayî ji Neynewayê ve hatine avêtin

PeyamaKurd – Şaneya Ragihandin û Hişyariyê di Wezareta Pêşmerge de, di daxuyaniya xwe ya di derbarê êrîşa moşekî ya do êvarî li ser bajarokê Xebatê de diyar kir, moşek ji aliyê komên deryasayî ji parêzgeha Neynewayê ve hatine avêtin.

Şaneya Ragihandin û Hişyariyê di Wezareta Pêşmerge de da zanîn: “Îro êvara 1ê Gulana 2022an, careke din komên deryasayî ji nahiya Bertele ya ser bi qezaya hemdaniyê li parêzgeha Neynewayê ve, şeş moşek arasteyî sînorê qezaya Xebatê kirin.”

Hat ragihandin, “Moşek di navbera Zêyê Mezin û qezaya Xebatê ketin xwarê û tu ziyaneke canî di encamê de nebûye.”

Herwiha Şaneyê eşkere kir ku ji niha ve lêkolîn di wê derbarê de destpê kirine.

Hêjayî gotinê ye, ev çend car in ji wê navçeyê ve moşekên Katyusha arasteyî qezaya Xebatê tên kirin.