Stratejiya Werçerxana Dîjîtalî ji aliyê Mesrûr Barzanî ve hat ragihandin

19 October 2022 12:07 0 dîtin
Stratejiya Werçerxana Dîjîtalî ji aliyê Mesrûr Barzanî ve hat ragihandin

PeyamaKurd – Bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro di berdewamiya pêbendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bi karnameya xwe û anîna berdest a xizmetên giştî de, merasîma Stratejiya Werçerxana Dîjîtalî hat lidarxistin û Mesrûr Barzanî gotarek pêşkeş kir.

Li gor Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî diyar kir: Ez gelek bextewar im ku îro li gel we ji bo projeyeke giring em ragihînin ku ew jî Stratejiya Werçerxana  Dîjîtaliye û beşek ji proseya çaksaziyên kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê dîjîtal kirina xizmetguzariyên giştî ye û pêşdeçûn û pêngav avêtina ber bi hikûmetekî elektronîkî ye.

Mesrûr Barzanî herwiha eşkere kir, pêwîst dizanim ku destxweşiyê li Fermangeha Tekonolojiya Zanyariyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikim, ji bo amadekariya vê stratejiyê û kar kirina berdewam û dîjîtal kirina proseyê. Herwiha spasiyekî zêde ji bo hewkarî û hemahengiya Qralîyeta Yekgirtî ya Brîtanya bi taybet Balyozê Giştî birêz David Hund û tîma wî dikim ji ber rolekî giring li berhemanîn vê stratejiyê de girtin ser xwe û hewkariyekî mezin di vî warî de kirin.