Îdareya serbixwe ya Zaxo ji aliyê Mesrûr Barzanî ve hat ragihandin
PeyamaKurd – Bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îdareya serbixwe ya Zaxo bi merasîmekê hat ragihandin.
Îro 20.09.2021ê di saet 11:00an de, bi merasîmeke amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve merasîma îdareya serbixwe ya Zaxo birêve çû. Di merasîmê de Mesrûr Barzanî diyar kir, em li Zaxo ne ku soza Serok Barzanî bicîh bînin û bi ragihandina îdareya serbixwe ya Zaxo, dilê wî xweş bikin.
Barzanî destnîşan kir, ez gelek keyfxweş im ku îro li gel we li vê derê amade me. Lê vê carê em hatine dilê cenabê serok Barzanî xweş bikin. Berî niha cenabê Serok soz dabû we ku Zaxo bike îdareyekî serbixwe, îro em lêre soz û peymana cenabê Serok ji bo bicîh bînin û îdareya serbixwe ya Zaxo û koordînatorê wê ragehînin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkere kir, îdareya serbixwe ya Zaxo li we hemûyan pîroz be û hêvîdar im îdareyekî xizmetkar be ji bo malbatên şehîd û Pêşmerge û hemû xelkê deverê, destpêkek û qonaxeke nû destpê bike, ku zêdetir xizmeta we xoşteviyan em bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin