Wezîrê Saredarî û Gestiyariyê serdana îdareya serbixwe ya Zaxoyê kir

25 October 2021 09:29 0 dîtin
Wezîrê Saredarî û Gestiyariyê serdana îdareya serbixwe ya Zaxoyê kir

PeyamaKurd – Wezîrê Şaredarî û Geştiyariyê Sasan Ewnî bi daxuyaniyekê diyar kir, ji bo rê û caddeyên Zaxoyê yên nehatine qîrkirin, proje hatine amadekirin.

Li gor zanyariyan, Wezîr Sasan Ewnî do roja Yekşemê 24.10.2021ê  bi şandeke ku ji rawêjkar û rêveberên giştî yê dîwana wezaretê, berpirsên projeyên nexşedanîna av û avroyan û berpirsên şûnwarên dîrokî û çend berpirsên din, serdana îdareya serbixwe ya Zaxoyê kiriye û ji aliyê serperiştiyarê îdareya serbixwe ya Zaxoyê Guhdar Şêxo û  berpirsên fermangehên xizmetguzariya Zaxoyê ve hatine pêşwazîkirin.

Herwiha Wezîr Sasan Ewnî di kongreyeke rojnemevanî axiviye û daye zanîn, wê di demeke nêzîk de Rêveberiya Giştî ya Şaredariya Zaxoyê were vekirin û wê hemû cadde û rêyên Zaxoyê yên nehatine qîrkirin werin qîrkirin û ji bo wan proje tên amadekirin.

Sasan Ewmî di berdewamiya kongreya rojnemevaniyê de pîrozbahî li gelê Zaxoyê kiriye ji bo îdareya nû ya Zaxoyê û eşkere kiriye, weke Wezareta Şaredarî û Geştiyariyê ew amadene her alîkariyekê pêşkêşî xelkê Zaxoyê bikin.

Cihê behsê ye Serokwezîr Mesrûr Barzanî roja 20/9/2021, di merasîmekê de Zaxo weke îdareya serbixwe ragihand û di beşeke axaftina xwe de got: "Hêvîdar im îdareyeke xizmetguzar be ji bo malbatên şehîdan û Pêşmerge û hemû xelkê deverê û destpêk û qonaxeke nû dest pê bike ji bo em bikaribn xizmeta xelkê ezîz ê Zaxoyê bikin.’’