Bi çavdêriya Mesrûr Barzanî li îdareya serbixwe ya Soran 3 projeyên elektrîkê dest bi kar dikin
PeyamaKurd - Bi raspartin û çavdêriya serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî 3 projeyên elektrîkê li îdareya serbixwe ya Soranê têne çêkirin ku ji bo wê 7 milyon dolar hatiye cudakirin.
Wezareta elektrîkê ya Kurdistanê îro Yekşemê eşkere kir, sibe 10ê Çile di bin çavdêriya serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de, bi merasîmekê 3 projeyên girîng ên elektrîkê ku 7 milyon dolar ji bo wê hatiye cudakirin, li Soran dest bi kar dike.
Projeyên têne çêkirin ev in:
- Guhertina xetên têlên fişara wê zêde ya di navbera rawesteka Şeqlawa – Xelîfanê, bi dirêjeyiya 37 kîlometreyan
- Rakêşana xetekî nû ya 132 KV li Xelîfan – rawesteka Soran bi dirêjayiya 16 kîlometreyan
- Berfireh kirina rawesteka Soran bo du xetan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin