Mesrûr Barzanî: Pêwîst e Bexda li gorî federaliyê mamelê bi Herêma Kurdistanê re bike
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 30yê Hezîranê li Hewlêrê bi Balyozê Brîtanya yê Iraqê Mark Bryson-Richardson re civiya.
Piştî civînê hat ragihandin, di hevdîtina ku Konsulê Giştî yê Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê David Hunt jî amadehî kir de, guhertin û pêşhatên dawî yên Iraqê û xurtkirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê hatin gotûbêjkirin.
Hat diyarkirin, her du alî hevnêrîn bûn li ser girîngiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de, bi taybet jî li ser pirsa petrol û gazê li gorî binemaya destûrê.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî destnîşan kir, Herêma Kurdistanê pabendiyên xwe di çarçoveya destûrê de bicih anîne û pêwîst e Hikûmeta Federal jî rêzê li mafên destûrî yên Herêmê bigire û wek qewareyeke (statuyeke) federal reftarê ligel Herêma Kurdistanê bike.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî da xuyakirin, Herêma Kurdistanê her dem amade ye ji bo guftûgo û gihîştina rêkeftinekê ku mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê tê de parastî bin û di berjewendiya hemû welatiyên Iraqê de be.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin