Mesrûr Barzanî: Encama guftûgoya bi aliyên siyasî re atmosfereke erênî çêkiriye
PeyamaKurd – Di civîna îro ya Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî seroktî kir, ji bo nehiştina girjiyên navxweyî pêşwazî li atmosfera erênî ya hevtêgihîştina encama guftûgoya navbera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê hat kirin.
Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro Çarşemê bi seroktiya Serokê Hikûmeta Herêmê Mesrûr Barzanî û bi beşdariya Cîgirê Serokê Hikumetê Qubad Talebanî bi riya vîdyokonferansê civiya.
Li gorî daxuyaniya piştî civînê, Serokê Hikûmetê behsa wê keşa erênî û hevtêgihîştinê kir, ya ji encama guftûgoya de navbera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de bûye, ji bo nehîştina girjiyên navxweyî û bi navê Encûmena Wezîran destxweşî li wê guftûgo û hevdîtinan kir, ku pêngaveke girîng e ji bo yekrêziyê û piştevaniya zêdetir li Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Piştre, Serokê Hikûmetê amaje bi girîngiya amadûna wezîrên hikûmetê di civîna taybet ya Parlemana Kurdistanê de kir û bi navê Encûmena Wezîran spasiya wan kir ji bo pêşkêşkirina zanyariyan û ronîkirina babetên girêdayî bi pirsên parlemanterên Kurdistanê.
Piştre, wezîrên pêwendîdar pirs û têbîniyên parlemanteran di rûniştina Parlemanê ya rojên 27 û 28ê Tîrmeha 2020an bo Encûmena Wezîran pêşkêş kirin, li ser tewerên taybet bi rewşa navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, rûbirûbûna metirsiyên nexweşiya Koronayê, rewşa aboriya Herêmê û dawî pêşhatên danûstandinên ligel hikûmeta federal.
Herwiha Serokê Hikûmetê ronahî xiste ser dawî encamên guftûgoyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de û amaje bi wê da, ku guftûgo û danûstandin berdewam in û Hikûmeta Herêmê tekeziyê li pabendbûna bi erkên xwe yên destûrî dike li hember dabînkirina maf û destkeftên destûrî yên Herêmê. Çendîn pêşniyaz jî bo gihîştina bi rêkeftinê hatin pêşkêşkirin û hêvî xwast di nêzîktirîn derfet de, piştî betlaneya cajnê bigihin rêkeftineke hevseng, ku berjewendiya herdu aliyan tê de parastî be.
Encûmena Wezîran tekezî li ser wê kir, di plan û hewlên xwe de berdewam bin rûbirûbûna qeyrana darayî û bi taybetî jî dabînkirina destkeftên darayî yên mûçexwaran, ku erkekî wan ê pêşîne ye.
Piştre guftûgo derbarê rêkarên xweparêziyê û rênimayên tendirustî yên rûbirûbûna vîrusa Koronayê, bi taybet di rojên cejna Qurbanê de hatin kirin. Encûmena Wezîran odeyên operasyonan raspard ji bo derkirina rêkarên xweparêziyê û rênimayên tendirustiyên yên nû, ji bo parastina jiyan û selametiya welatiyan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin