Ceribandina mosekê ji Koreya Bakur: Koreya Basûr di hisyariyê de ye

02 September 2023 15:32 0 dîtin
Ceribandina mosekê ji Koreya Bakur: Koreya Basûr di hisyariyê de ye

PeyamaKurd – Serfermandariya Hevbeş a Koreya Başûr ragihand, Koreya Bakur mûşekên Kruzê ber bi Deryaya Zer ve avêtine.

Di daxuyaniya Sererkaniyê ya Koreya Başûr da hat destnîşankirin, moşekên krûzê derdora saet 04:00an da hatin avêtin.

Di daxuyaniya ku tê de agahiyên teknîkî yên derbarê fuzeyan de cih negirt hat gotin, "Artêşa me her ku hişyariya xwe xurt dike, bi hevkariya Amerîkayê amadekariya xwe ya tam didomîne."

Li gorî nûçeya ajansa Yonhapê, Konseya Parastina Neteweyî ya di bin serokatiya Koreya Başûr de jî bi lezgînî civiya.

Hêjayî balkişandinê bû ku ceribandinên moşekan piştî tetbîqata leşkerî ya "Mertala Azadîya Ulçî (UFS)" ya Amerîka û Koreya Başûr di 17-31ê Tebaxê de pêk hatin.

Medyaya dewletê ya Koreya Bakur diyar kir, tetbîqata leşkerî ya Koreya Başûr û Amerîkayê "rîska şerê nukleerê" li Nîvgirava Koreyê kûrtir kir.