Ceribandina mosekê ji hêla Koreya Bakur: Japonya hisyariyek lezgîn da

26 June 2024 10:03 0 dîtin
Ceribandina mosekê ji hêla Koreya Bakur: Japonya hisyariyek lezgîn da

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Koreya Bakur moşekeke balîstîk avêtiye.

Di daxuyaniya Serokwezîriya Japonyayê ya bi sernavê "hişyarîya lezgîn" de hat diyarkirin ku rêveberiya Pyongyangê "bi eşkere" moşeka balîstîk avêtiye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku moşeka balîstîk a ku behsa wê tê kirin, ketiye avên derveyî herêma aborî ya taybet a Japonyayê.

Koreya Bakur berê jî mûşekên balîstîk avêtine di çarçoveya nakokiyên xwe yên bi Koreya Başûr, Amerîka û Japonê re.

Rageşiya balona çopê

Koreya Bakur bi qasî 720 balonên ku "çop" tê de bûn şandin Koreya Başûr.

Di daxuyaniya Sererkaniya Koreya Başûr da derbarê "balonên çopê" yên ji aliyê Koreya Bakur ve hatin şandin de, hat diyarkirin ku bi qasî 720 balon li herêmên cuda yên welêt ketine û çopên wek çopê cixare, kaxiz û kîsikên plastîk tê de hene.

Serokatiya Sererkaniyê hişyarî da welatiyan ku destê xwe nedin çopê û hêzên ewlehiyê agahdar bikin.

Serokwezîrê Koreya Başûr Han Duck-soo ev kiryar weke "provakasyoneke bêexlaqî" bi nav kir û got, "Hikûmet wê bi aramî bi wan re bisekine û giraniyê bide ser ewlekariya neteweyî."