ENKSê bang li civaka navdewletî kir ku çekdar ji Girê Spî û Serê Kaniyê bên derxistin

08 October 2021 16:09 0 dîtin
ENKSê bang li civaka navdewletî kir ku çekdar ji Girê Spî û Serê Kaniyê bên derxistin

PeyamaKurd - Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) bang li civaka navdewletî kir û xwest, komên çekdar ji Serê Kaniyê û Girê Sipî derbixin û rê ji bo vegera koçberan xweş bikin.

Sekreteriya Giştî ya ENKSê îro 8ê Cotmehê daxuyaniyek di salvegera êrîşa artêşa Tirkiyê û komên çekdarên girêdayî Tirkiyê li ser herêmên Serê Kaniyê û Girê Sipî yên Rojavayê Kurdistanê de belav kir.

Sekreteriya Giştî ya ENKSê di daxuyaniya xwe de ragihand, artêşa Tirkiyê bi bihaneya parastina ewlehiya xwe ya netewî ji PKKê, êrîşî ser Serê Kaniyê û Girê Sipî kir. Bi vê êrîşa Tirkiyê re, komên çekdar ên opozîsyona Sûriyê jî êrîş kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Ji ber operasyonên leşkerî, bi dehan xelkê herêmê ji hemû pêkhateyan, neçar bûm koçber bibin. Ew di heyama du salên borî de jî di rewşeke xirap de dimînin.”

ENKSê tekez kir, komên çekdar binpêkirinên herî hovane li dijî sivîlan kirin, ji dizî û talankirina mal û milkên wan û heta cihên şûnwarî û perestgehan. Herwiha gelek welatiyên Kurd ên di malên xwe de man jî revandin û dan bin eşkencedanê ku vê yekê jî hîşt ewên mane jî koçber bibin.

ENKS got, tevî nerazîbûn û şermezarkirina rêxistinên mirovî, navdewletî û Kurdî ji van binpêkirinan re, lê ew binpêkirin nehatin rawestandin û ne dewleta Tirkiyê û ne civaka navdewletî, rê li ber wan binpêkirinan girtin.

Herwiha ENKS di daxuyaniya xwe de diyar kir, “Rapora Komîta Lêkolînê ya Navdewletî ew û binpêkirinên ji aliyên Artêşa Niştimanî ya Sûrî ve li herêmên Kurdî hatine kirin, wekî tawanên şer bi nav kirin.”

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “ENKS di salvegera duyemîn a vê êrîşê de, tawan û binpêkirinên li ser xelkê Serê Kaniyê û Girê Sipî hatine kirin, bi tundî şermezar dike û bang li civaka navdewletî û dewletên pêwendîdar bi dosyaya Sûriyê û di serî de Amerîka, Rûsya û Tirkiyê dike, grûpên çekdaran ji herêmê derbixin, rê ji bo vegera koçberan xweş bikin, rêveberiya wan herêman radestî xelkê wê bikin û tawanbaran bidin dadgehan.”