ENKSê êrîsa Tirkiyê sermezar kir û banga rawestandina êrîsê li civaka navdewletî kir

11 October 2019 20:13 0 dîtin
ENKSê êrîsa Tirkiyê sermezar kir û banga rawestandina êrîsê li civaka navdewletî kir

PeyamaKurd - Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) êrîşa Tirkiyê ya ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kir û got, ew êrîş binpêkirina yasayên navdewletî ye.ENKSê daxwaz ji civaka navdewletî, Netewên Yekbûyî û welatên Erebî kir ku bi erkên xwe rabin û êrîşê rawestînin.

Sekreteriya Giştî ya ENKSê îro bi daxuyaniyekê ragihand, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê gefên xwe li dijî bicih anîn û êrîşî herêmên sînorî yên Kurdistana Sûriyê kirin.

ENKS wiha got: "Ev êrîşa Tirkiyê ku binêkirina yasayên navdewletî ye, bûye sedema ku heta niha hejmarek ji welatiyên sivîl şehîd û birîndar bibin û hejmareke mezin ji xelkê gund û bajarên xwe bicih bihêlin û koçber bibin."

ENKSê bal kişand ser wan komên çekdar ên bi artêşa Tirkiyê re êrîş dikin û da zanîn, wan grûpan li Efrînê gelek kiryarên kuştin û revandina welatiyan, dizî û talankirina mal û milkên welatiyan kirine, beşdariya wan di vê êrîşên de metirsiyeke mezin li xem xekê çê dike.

ENKSê destnîşan kir ku beşdariya grûpên çekdar ên bi piştevaniya Îtîlafa opozîsyonê Sûriyê tê, ENKS wê yekê şermezar dike.

ENKS di daxuyaniya xwe de êrîşa artêşa Tirkiyê ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kir û got, Tirkiye dixwaze koçberên Sûrî li herêmê bicih bike û guhartina demografî li herêmê çêbike.