SOHR: 37 DAISî bi alîkariya Polîsê Leskerî ji girtîgeha Serê Kaniyê reviyan!

18 June 2023 15:03 0 dîtin
SOHR: 37 DAISî bi alîkariya Polîsê Leskerî ji girtîgeha Serê Kaniyê reviyan!

PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku 37 endamên DAIŞê ji girtîgeha Serê Kaniyê ya di bin kontrola komên çekdar û artêşa Tirkiyeyê de, reviyane û 18 kes ji wan jî bi operasyona Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) hatine desteserkirin.

SOHRê diyar kiriye ku operasyona revîna girtiyan ji zîndanê, berî nêzîkî du mehan û bi alîkariyên polîsên leşkerî çêbûye ku girtî jî di devera Mebrûka re derbasî deverên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bûne.

Li gorî zanyariyên SOHRê, di nav girtiyan de 18 sivîl hene ku ji herêmên Dirbêsiyê û Amûdê yên Rojavayê Kurdistanê ne, ku di demên berê de bi rêya qaçaxçiyan derbasî herêma Serê Kaniyê bûbûn.

Li aliyê din Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê jî li ser heman mijarê ragihandiye, piştî danîna planekê, saziya Polîsên Leşkerî girêdayî Tirkiyê, li bajarê Serê Kaniyê rê li ber revîna 25 girtiyên DAIŞê vekirine.

HSDê jî ragihandiye ku 18 kes kesên reviyane û derbasî herêmên wan bûne hatine girtin û niha li pey şopa wan 19 girtiyên din ên reviyayî digerin.

HSDê diyar kiriye ku dibe ew kesên ji girtîgehê hatine revandin, serkirde û çekdarên DAIŞê bin û çekdarên opozîsyona Sûriyê ji bo pêkanîna planekê, ew derbasî herêmên wan kirine.