Fermandarê HSD: Tirkiye rêxistinbûna DAISê û koronayê ji bo êrîsan wekî derfet bikar tîne
PeyamaKurd – Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li bajarê Eyn Îsayê Hozan Kobanî ragihand ku artêşa Tirkiye û komên çekdarên girêdayî ji nû ve rêxistinbûna DAIŞê û vîrusa koronayê wekî derfet bikar tîne û êrîşên ser sivîlan jî zêde kirine.
Fermandarê HSDê dibêje, artêşa Tirkiyê û komên çekdar bi êrîşên ser rêya M4ê dixwazin rê li ber sivîlan bigirin.
Yek ji fermandarên HSDê li Eyn Îsayê Hozan Kobanî gotiye: “Piştî têkçûna DAIŞê li Baxozê Tirkiyê ew yek hezim nekir êrîşê ser herêmên me kirin. Niha jî bi şêwazeke nû ya nûjenkirina DAIŞê dewleta Tirk êrîşî warên me dike.”
Kobanî diyar kiriye ku Tirkiye bi derketina vîrusa koronayê re êrîşên xwe zêdetir kirine û vê yekê jî wekî firsend dibîne ku naxwazin gelê herêmê di nav aramiyê de bijîn.
Herwiha Kobanî diyar kiriye, “Dagirker mal û milkên sivîlan hemû talan dikin, dişewitînin, xerab dikin ku ev hovîtî encama armanca wan in.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin