Fermandarê CENTCOMê ji bo Îran û DAISê hisyarî da

08 March 2024 16:24 0 dîtin
Fermandarê CENTCOMê ji bo Îran û DAISê hisyarî da

PeyamaKurd - Fermandarê Hêzên Navendî (CENTCOM) yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) General Michael Erik Kurilla diyar kir ku "li Rojhelata Navîn di 50 salên dawî de pirsgirêkên herî kûr ên ewlehiyê niha têne jiyîn.

Li gor daxuyaniya Wezareta Parastinê ya DYAyê, Fermandarê CENTCOMê Kurilla, li pêşberê Komîteya Xizmetên Çekdarî, ji bo budceya salê ya 2025an, di derbarê raye û bernameyên parastinê de wiha peyivî:

"Herêma navendî (Rojhilata Navîn) di van 50 salên dawî de bi kêşeyên ewlekarî yên herî xeternak re rû bi rû ye. Li hevrasthatina rikberî û qeyranê, dikare ji bo DYAyê gefan peyda bike û pevçûnan derxe holê.

Kurilla got ku "Aktorên xerab ên ku ji rewşa Xezzeyê sûd werdigirin, li herêmê bûne sedema bêaramiyê" û destnîşan kir ku rejîma Îranê ji vê rewşa li Rojhilata Navîn sûd werdigire.

Generalê DYAyê Kurilla got: "Îran jê haydar e ku eger welatên navçêyê pêwendiyên navbera xwe û yên bi DYAyê re baş bikin, wê nikaribe armancên xwe yên 10 salane pêk bîne. Îranê bi ser hêzên girêdayî xwe yên li Iraq, Sûriye, Xezze, Şerîa Rojava, Yemen  û Lubnanê xweste ku firsenda ku ji bo wê kêm caran peyda dibe, bi xerabî bikar bîne. Ev hêz bi çekên pêşketî hatine xurtkirin û ev rewş ji bo DYA û cîhanê gefan peyda dike."

Kurilla amaje bi rewşa Afganîstanê jî kir û diyar kir ku rêxistina terorê ya DAIŞê li gor derfetên xwe hewl dide ku di 6 mehên bê de armancên wxe yên xerab ên wek hêrişên li dijî DYA û welatên rojava pêk bîne û  diyar kir ku metirsiya hêrişên DAIŞê li Afganîstanê zêde bûye.

Kurilla destnîşan kir ku divê DYA bi hevkarên xwe yên li herêmê re pêwendiyên xwe bidomîne.