Fermandarê CENTCOMê gef li Îranê xwar û hisyarî da Esed
PeyamaKurd - Fermandarê Hêzên Navendî yên Artêşa Amerîkayê (CENTCOM) Kenneth McKenzie, îro Sêşemê di civîneke rojnamevanî de li ser hebûna wê ya Sûriyê gef li Îranê xwar û û got, çi kiryarek li dijî hêzên Amerîkayê li herêmê çêbibe, wê berdêla wê pir biha be û Amerîka texmîn dike ku Îran bersiva artêşa Amerîkayê baş dizane.
Fermandarê CENCOMê di civîna li Wezareta Derve ya Amerîkayê da zanîn ku Îran qada Sûriyê ji bo berjewendiyên xwe yên taybet bi kar tîne û got, divê serokê Sûriyê Beşar Esed jî vê yekê baş bizane.
McKenzie li ser peymana dawî ya di navbera Îran û Sûriyê de li ser pergala parastina asîmanî jî got, Washington dikeyeke giştî ya bersivdana Îranê ya yekser û neyekser ava kiriye.
Li ser rewşa Lubnanê jî Kenneth McKenzie da xuyakirin ku Washington bi soza xwe ya piştevaniya Lubnanê û hêzên wê yên rewa ve girêdayî ye, lê Hizbullah hê jî pirsgirêk e. Heger êrîşekê li dijî Îsraîlê pêk bîne wê şaşiyeke mezin bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin