Fermandarê Îranê gef li DYA û Îsraîlê xwar
Peyama Kurd - Fermandarê Giştî yê Pasdarên rejîma Îranê Serleşker Hisên Selamî bi zimanekî tûnd gefê li Îsraîlê xwar û got: "Operasyona Tofana Eqsayê ne tolhildana kuştina Fermandarê Hêza Qudsê Qasim Silêmanî bû, ji ber ku em ê tola Qasim Silêmanî hilînin."
Di 7ê Cotmehê de Hemasê li dijî Îsraîlê êrîşeke berfireh pêk anî û di vê êrîşê de gellek kesên sivîl hatibû kuştin û bi sedan sivîl jî ji alî Hemasê ve wek dîl hatibûn revandin. Hemasê vê êrîşa xwe wek "Operasyona Tofana Eqsayê" bi nav kiribû.
Rêberê olî yê Îranê Elî Xamaneyî nimêja cenazê ya Seyîd Riza Mûsewî'yê ku yek ji fermandarên payebilind ên Pasdarên rejîma Îranê bû û di encama êrîşa hewayî ya Îsraîlê ya li ser herêma Seyîda Zeyneb a gundewarê Şama peytexta Sûrîyeyê jiyana xwe ji dest da, kir.
Cenazeyê Mûsewî ji Sûriyeyê biribûn Necefa bajarê Iraqê, piştî merasîma li vê derê cenaze biribûn paytexta Îranê Tehranê.
Piştî merasîma nimêja cenazeyê ya Seyîd Riza Mûsewî, Fermandarê Giştî yê Pasdarên rejîma Îranê Hisên Selamî, angaşt ku "Operasyona Tofana Eqsayê" bêyî piştgiriyeke derve hatiye kirin û wiha got: “Ev bertek li dijî neheqiya ku 75 sal in tê meşandin e. Operasyona Tofana Eqsayê bi tevahî çalakiyeke Filistînê ye. Hamas û tevgerên Cîhada Îslamî li hundir çekan çêdikin."
Selamî anî ziman ku di vê êrîşê de Îsraîlê ziyaneke mezin dîtiye û ev berdêla kesên ku destdirêjî li ser xaka gelên din kirine û got, "Em ê li hemberî kuştina kurên xwe bêdeng nemînin, em ê tola wan bi awayekî herî giran hilînin."
Berdevkê Artêşa Îsraîlê Olivier Rafowicz, roja duşemê daxuyandibû ku wan bi taybetî ji bo Mûsevî bikujin operasyon pêk nehanîye û gotibû "Lê belê Artêşa Îsraîlê, ji bo parastina welat, hemû bergirîyên xwe yên pêwîst digire."
Fermandarê berê yê Pasdarên rejîma Îranê Qasim Silêmanî, di 3ê Çileya 2020an de ji alî hêzên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), li Frokexaneya Navneteweyî ya Bexdayê bi êrîşeke dronî hatibû kuştin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin