Fermandarê CENTCOMê: Amerîka naxwaze bi Îranê re ser bike, lê amade ye bersivê bide

16 March 2021 21:11 0 dîtin
Fermandarê CENTCOMê: Amerîka naxwaze bi Îranê re ser bike, lê amade ye bersivê bide

PeyamaKurd - Fermandarê Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) Orgeneral Kenneth F. McKenzie di hevpeyvîneke ligel televizyona LBC ya Lubnanê de got, Amerîka naxwaze bi Îranê re şer bike lê heke hewce bike ji bo bersivdanê ew amade ne.

McKenzi diyar kir, rêveberiya Washîngtonê di nav du salên dawî de polîtîkaya zextê ya herî zêde li ser Tehranê sepandiye, lê wisa xuya ye rêveberiya Joe Bîden wê vê rêbazê binirxîne.

Fermandarê CENTCOMê got: "Kesên li Iraqê li ser navê Îranê tevdigerin û operasyona li ser hêzên me dikin, îhtimaleke mezin ew çalakiyên êrîşkar in."

McKenzi li ser gefên Îranê yên tolvedana kuştina Qasim Silêmanî jî got, hêzên Amerîkayê ji bo bersiveke wisa amade ne.