Goran êrîsa PKKê ya ser Pêsmerge sermezar kir: Karekî kirêt e, divê berpirsiyariya wê qebûl bike
PeyamaKurd – Serkirdeyê Tevgera Goran Şêx Kamîl Qadir, êrîşa PKKê ya li dijî Pêşmerge û şehîdkirin û birîndarkirina pêşmergeyan ji aliyê PKKê ve şermezar kir.
Çekdarên PKKê îro danê sibê li devera Çemankê ya Amêdiyê êrîşî hêzên Pêşmerge kirin û di encama wê êrîşê de, hejmarek Pêşmerge birîndar bûn û nûçeyên ku Pêşmergeyek şehîd bûye hatin.
Endamê civata niştimanî ya Tevgera Goranê, Şêx Kamîl Qadir ji li ser êrîşê ji medya Kurdistanê re ragihand ku wan gelekî hawar kir ji bo şerê kurdan dernekeve lê mixabin qewimî û got, “Em şehîdkirin û birîndarkirina pêşmergeyan li devera Amêdiyê şermezar dikin. Ew karê ku PKKê kiriye, kirêt û xirab e û divê berpirsiyartiya wê jî qebûl bike.”
Serkirdeyê Goranê anî ziman, Pêşmerge parêzgerê Kurdistanê ye û nabe kurd ziyanê bidin Pêşmerge.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin