Hikûmeta Kurdistanê êrîsa PKKê ya ser hêzên Pêsmerge bi tundî sermezar kir...

04 November 2020 17:29 0 dîtin
Hikûmeta Kurdistanê êrîsa PKKê ya ser hêzên Pêsmerge bi tundî sermezar kir...

PeyamaKurd - Encûmena Wezîran êrişa PKKê li ser hêza Pêşmerge bi tundî şermezar kir û ragihand, "Êrîşên bi vî rengî weke derbaskirina xeta sor tê dîtin".

Di daxuyaniya Encûmena Wezîran de hat gotin, "Her êrîşeke bi vî rengî, êrîşeke li dijî tevahiya gelê Kurdistanê ye. Hikûmeta Herêma Kurdistanê êrîşên bi vî rengî weke derbaskirina xeta sor dizane."

Herwiha hat diyarkirin, "Hikûmeta Herêma Kurdistanê êrîşa îro ya PKKê li ser hêza Pêşmerge, bi destdirêjkirina li ser Herêma Kurdistanê û saziyên wê yên rewa bi nav dike."

Di dawiya daxuyaniyê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê destnîşan kir, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê rêgiriyê li ber têkçûna ewlehiya Herêmê dike."

Daxuyaniya Encûmena Wêziran wiha ye:

Îro Çarşemê 11/4/ 2020 Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî kombûna xwe ya asayî ya heftane saz kir.

Di civîna li ser êrîşa îro ya hêzên PKKê li ser hêza Pêşmerge li navçeya Çemankê ya ser bi parêzgeha Duhokê de, Encûmena Wezîran tekezî li ser wê yekê kir, Herêma Kurdistanê kiyaneke siyasî û rewa ya gelê Kurdistanê ye.  Hêzên Pêşmerge parêzgerên ax û gelê Kurdistanê ne, ji ber vê yekê her êrişeke bi vî rengî êrîşa li ser hemû gelê Kurdistanê ye. Hikûmeta Herêma Kurdistanê li dijî şerê birakujiyê ye. Di vê çarçoveyê de êrîşên bi vî rengî weke xeta sor dihesbînin û êrîşa îro ya li ser hêza Pêşmerge ji aliyê hêzên PKK'ê ve bi tundî weke êrîşa li ser Herêma Kurdistanê û saziyên wê yên rewa şermezar dikin. Di vê çarçoveyê de weke Hikûmeta Herêma Kurdistanê em rê li ber têkçûna ewlehiya Herêmê dikin.

Rêveberê Çemankê: Çekdarên PKKê pêşî bombe bi Pêşmerge de teqandin piştre jî

Goran êrîşa PKKê ya ser Pêşmerge şermezar kir: Karekî kirêt e, divê berpirsiyariya wê....

Ji berpirsê ragihandina Wezareta Pêşmerge daxuyaniya êrîşa PKKê