Lijneya Pêsmerge li Parlamentoya Kurdistanê êrîsa PKKê sermezar kir

05 June 2021 16:00 0 dîtin
Lijneya Pêsmerge li Parlamentoya Kurdistanê êrîsa PKKê sermezar kir

PeyamaKurd Lijneya Pêşmerge li Parlamentoya Kurdistanê, piştî şehîd û birîndarbûna Pêşmergeyan ji aliyê çekdarên PKKê ve, daxuyaniyek da û êrîşa PKKê şermezar kir.

Daxuyaniya Lijneya Karûbarên Pêşmerge wiha ye:

Mixabin îro hêzên Pêşmerge yên Zîrevanî li çiyayê Metîna ketine kemîneke PKKê û 5 Pêşmerge şehîdbûn û 4 Pêşmergeyên din jî birîndar bûne.

Îro demjimêr 09:00ê Pêşmerge ku ji odeya endazyariyê bûn û kare wan rakirina mayîn û pûç kirina bombeyane, di dema encamdana erkekî leşkerî ya li çiyayê Metîna ya ser bi qeza Amêdiyê de, bi armanca parastina xelk û gundên wê navçeyê û vegerandina asayîşê bo deverê, êrîş li ser otomobîla wan pêkhatiye ku cureya Bacîro ye û dema xwestine ber bi wan binkeyan ve biçin ku berî 4 mehan li wan navçeyan danîbûn, lê mixabin ketine kemînekî PKKê û 5 Pêşmerge şehîdbûn û 4 Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.

Wek Lijneya Karûbarên Pêşmerge em vê êrîşê şermezar dikin û serxweşiyê li malbatên serbilind ên şehîdan dikin û daxwaza selametiya lez ji bo birîndaran dikin.

Bi salane PKK bi bahaneya şer li gel dewleta Tirkiyê bûye metirsî li ser herêma Kurdistanê û gelek caran lavên vê herêma me şehîd kirine. Ji aliyê din ve jî bûne sedemê vala bûn û wêranbûna sedan gundên sînorên herêma Kurdistanê.

Ji ber wê jî em careke din daxwaz dikin ku şerê xwe bibin nav axa Tirkiyê û nebin sedemê metirsiyê li ser destkeft û serweriya herêma Kurdistanê û divê rêz li sînorê herêmê bigrin û asayîş û seqamgiriya herêma Kurdistanê nexin metirsiyê. Xwîna kurdan bi destê kurdan nabe bê rijandin, ji ber wê jî em daxwaz dikin pirsgirêka Tirkiyê û PKKê bi rêyên aştiyane bê çareser kirin û eger çareser jî nabe bila di nav axa Tirkiyê de ew şer pêkbê.

Lijneya Karûbarên Pêşmerge li Parlamentoya Kurdistanê

05.06.2021