Lijneya Pêsmerge ya Parlemena Kurdistanê li ser êrîsa DAISê daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir

01 November 2021 01:24 0 dîtin
Lijneya Pêsmerge ya Parlemena Kurdistanê li ser êrîsa DAISê daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir

PeyamaKurd - Lijneya karûbarên Pêşmerge li Parlamentoya Kurdistanê bi daxuyaniyekê êrîşa terorîstên DAIŞê ya ser çeperên Pêşmerge şermezar kir û daxwaz kir aliyên pêwendîdar ên hikûmeta Iraqê zêdetir girîngiyê bidin hemahengiya lijneya ewlehiya hevbeş a di navbera artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge de.

Di daxuyaniya lijneya karûbarên Pêşmerge de hat gotin: “Mixabin careke din terorîstên DAIŞê wek karê tirsonekî û têkderiya berdewam êrîş kirin ser hêzên Pêşmerge yên li sînorê eniya Pirdê ya Kerkûkê, ku bû sedemê şehîdbûna du Pêşmergeyên bi navên Xalîd Hemîd Heyas û Ako Kerîm Qadir ên ser bi fewca du ya lîwaya 10 a bejayiyê.”

Lijneyê da xuyakirin: “Wek lijneya karûbarên Pêşmerge em êrîşê şermezar dikin û serxweşiyê li malbat û merivên serbilind ên şehîdan dikin. Herwiha destxweşiyê li qehremantî û canfedayiya hêzên Pêşmerge dikin di tekoşîna hember terorîstan a ji bo parastina xelk û axa herêma Kurdistanê.”

Di berdewamê de hat diyarkirin: “Em daxwazê ji aliyên pêwendîdar ên hikûmeta Iraq a federal dikin, zêdetir girîngiyê bidin hemahengiya lijneya ewlehiya hevbeş a di navbera artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge de, daku valahiya ewlehiyê li hemû xetan bê tije kirin, ku terorîstên DAIŞê serkeftî nebin û bûyerên wiha nayên xwestin dubare nebin.”