Pêsmergeyên Kurdistanê, êrîsa DAISê têk bir
PeyamaKurd-Li gorî daxuyaniya fermî ya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, DAIŞê şeva borî êrîş biriye ser sînorê navçeya Kifrî ya ser bi îdareya serbixwe ya Germiyanê ve. Li gorî daxuyaniyê, Hêzên Pêşmergeyan êrîş têk biriye.
Daxuyaniya li ser êrîşa terorîstên DAIŞÊ, îro ji aliyê Lîwaya 144an a Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ve hat dayîn. Li gorî daxuyaniyê, Hêzên Fewca Yek a Lîwaya 144an, li devera Zinane ya li navçeya Kifrî ya ser bi îdareya serbixwe ya Germiyanê ve êrîşeke DAIŞê têk bir.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku êrîş saet derdora 22:00yan çêbûye û piştî destwerdena Hêzên Pêşmergeyan, terorîst paşve kişiyane Hat eşkerekirin ku di êrîşê de ziyan negihîştiye Hêzên Pêşmergeyan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin