Asayîsa Kurdistanê plana êrîsan a du saneyên DAISê têksikand
PeyamaKurd - Hêzên Operasyona Dezgeha Asayişa Herêma Kurdistanê da xuyakirin ku wan plana du şaneyên terorîstî şikand ku ji bo kiryarên terorîstî li Hewlêrê pêk bînin û plana terorkirina çend kesayetiyan plan danîbûn.
Dezgeha Asayişa Herêma Kurdistanê şevê din, mikurhatinên çend tometbaran belav kir û diyar kir, “Bi piştbestina bi zanyariyên hewalgiriyê yên Operasyona Asayişa Silêmaniyê, belgeyên dirust û piştrastkirî li ser wan her du komên terorîstî li Herêma Kurdistanê ketin destê wan ku bi riya tora civakî ketine jêr bandora hizrî ya terorîstên DAIŞê û bi du arasteyên cuda plan danîbûn ku armancên xwe bicih bikin.
Asayişê da zanîn: “Piştî çavdêrîkirina tevgera tometbaran, bi rizemendiya birêz Dadwerê Lêkolînan, bi biryara Serokê Dezgeha Asayişa Kurdistanê, hêzên operasyonên Dezgeha Asayişa Herêmê çend operasyon û helmetên serkeftî yên cuda encam dan û hejmarek teroristên DAIŞê desteser kirin ku plana wan hebû piştî bicihkirina armancên xwe pêwendiyê bi çekdarên DAIŞê re bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin