Ji Pêsmergeyên Kurdistanê li Çiyayê Qerçoxê operasyona DAISê
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li quntara Çiyayê Qereçoxê, operasyoneke lêgerîna baregeh û stargehên rêxistina terorîst DAIŞê li dar xist.
Wezareta Pêşmerge îro 29ê Kanûnê bi daxuyaniyekê ragihand, “Roja 28/12/2022an, Lîwaya 14 a Piyade ya Wezareta Pêşmerge bi alîkarî û piştevaniya beşa segvanî a Wezareta Pêşmerge ya bi navê (K9) operasyoneke lêgerînê li quntara Çiyayê Qereçoxê bi serkeftî encam da.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di vê operasyonê de lîwaya 14 a Piyade li gundên Gawir, Kendal, Girdeşîn, Melk Axa û Kepenereş ên li quntara Çiyayê Qereçoxê geriyan.
Wezareta Pêşmerge destnîşan kir, armanca operasyonê jinavbirina baregeh û stargehên terorîstan û dabînkirina aramî û ewlehiyê li wan gundan bû ku guman hebû paşmayên çekdarên DAIŞê li wan deveran hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin