Pêsmergeyên Kurdistanê û Artêsa Iraqê bi 2 tabûrên hevbes dest bi operasyonan dikin
PeyamaKurd - Nûnerê hevbeş yê wezaretên Navxwe û Pêşmerge li fermandariya hevbeş ya operasyonên Iraqê Ebdulxaliq Telet got, di demek nêzîk de hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê dê bi du tabûrên hevbeş li deverên Kurdistanî operasyonên serbazî li dijî DAIŞê bikin.
Nûnerê wezaretên Navxwe û Pêşmerge li fermandoriya hevbeş ya operasyonên Iraqê, lîwa Ebdulxaliq Telet ji BasNewsê re daye xuyakirin, piştî pêkanîna odeya hevbeş di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de li deverên Kurdistanî, pêkanîna du tabûrên hevbeş jî ber bi xilasbûnê ve diçe, tenê meşq û rahênana wan tabûran maye.
Lîwa Ebdulxaliq Telet got, piştî amadebûna wan tabûran di demek nêzîk de dê Pêşmerge û artêşa Iraqê li deverên Kurdistanî li dijî DAIŞê operasyonên hevbeş bikin.
Berpirsê dezgeha rewşenbîrî û hişyariya netewî li Wezareta Pêşmerge, Osman Mihemed jî gotiye, em niha mijûlî pêkanîna wan tabûrên hevbeş in û dê di demek kurt de xilas bibe û helbet Amerîka jî piştevaniya wê yekê dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin