Hikûmeta Iraqê du kampan ji bo Pêsmergeyên Rojhilatê Kurdistanê ava dike

09 November 2023 18:56 0 dîtin
Hikûmeta Iraqê du kampan ji bo Pêsmergeyên Rojhilatê Kurdistanê ava dike

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li Silêmaniye û Hewlêrê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve du kamp ji bo pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê têne avakirin.

Şêwirmendê Ewlehiya Niştimanî ya Iraqê Qasim Erecî, eşkere kir, dê Iraq ji bo Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê du kampan ava bike ku yek ji van li Silêmaniyê, ya din jî li Hewlêrê tê avakirin.

Qasim Erecî, ji medyaya Iraqê re axivî û diyar kir: “Hikûmeta me li ser vê yekê rijd e ku pirsgirêk bi rêya diyalogê bên çareserkirin. Piştî ku hikûmetê di navbera Îran û Iraqê de lijneyeke ewlehiyê ava kir li xaka Iraqê pirsgirêka şervanên Îranî hat çareserkirin.”

Erecî got ku wan û Îranê piştî 14 civînan li hev kiriye û da zanîn: “Niha em hewl didin ku kampên bên avakirin di bin çavdêriya Iraqê de bin. Me dest bi avakirna kampa li Hewlêrê kir, kampa me ya duyem jî dê li Silêmaniyê be.”

Li aliyê din Endamê Polîtburoya Komeleya Şoreşger û Zehmetkêşên Kurdistana Îranê Abdulah Azerbar li ser mijarî got ku haya wan ji avakirina van kampan nîne û wiha axivî: “Ev kamp dê bibin wekî kampên sivîlan. Dê çalakiyên leşkerî û perwerdeya leşkerî nebe li wan. Kamp dê di çavdêriya Neteweyên Yekbûyî (NY) de bin lê kes li ser vê mijarê bi me re neaxiviye.”

Hêjayî bibîrxistinê ye Îran û Iraqê 19ê Adarê ji bo bêçekkirina partiyên Rojhilatê Kurdistanê peymanek îmze kiribû. Li gorî vê peymanê, divê partiyên Rojhilatê Kurdistanê werin bêçekkirin û li kampan werin bicihkirin.