Mesrur Barzanî bo La Repubblica: Divê hêzên Îtalya li Kurdistanê bimînin

23 February 2020 22:03 0 dîtin
Mesrur Barzanî bo La Repubblica: Divê hêzên Îtalya li Kurdistanê bimînin

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji rojnameya La Repubblicayê re da xuyakirin, li Romayê wî ji berpirsên Îtalyayê re gotiye, metirsiya terora DAIŞê hîn berdewam dike û divê Îtalya weke endamê Hevpeymaniya Navdewletî ji Iraqê û Herêma Kurdistanê venekişe.

Serokwezîr Barzanî li ser mijara şerê li dijî DAIŞê, serdana Îtalya û pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê ji rojnameya La Repubblicayê re axivî.

Mesrûr Barzanî dibêje, metirsiya DAIŞê hîn berdewam e û pêwendiyên wê bi hin rêxistinên Rûsyayê re jî hene.

Mesrûr Barzanî li ser pêwendiyên Herêma Kurdistanê bi Amerîka û Îranê re got: “Îran yek ji welatê herî girîng ê herêmê ye hewl dide bo berjewendiyên kar bike. Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî jî şerê terorê dikin û hewl didin seqamgîriyê li herêmê bi cî bikin. Li herêmê bi hezaran arîşe hene û bo çaresiya wan jî divê em bixebitin. “

Serokwezîr Barzanî derbarê pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê jî da zanîn: “Ligel hikûmeta berê ya Iraqê pêwendiyên me yên cihê hebûn. Niha li Iraqê rewşeke din a siyasî heye. Mafên Herêma Kurdistanê di destûra Iraqê de destnîşan kirî ne û divê ev mafên  Herêma Kurdistanê weke destnîşankirî bêne bicîkirin.”

Mesrûr Barzanî li ser civîna ligel Papa Francis û Serokwezîrê Vatîkanê Kardinal Pietro Parolin jî da xuyakirin: “Me ji birêz Papa Francis re got em ê berdewam bin li ser parastina kemîneyên mesîhî û êzdî û çanda toleransê. Em şanaz in ku em mazûvaniya zêdetir ji milyonek aware re dikin. “