Mesrûr Barzanî: Divê welatî û hêzên ewlehiyê hevdu temam bikin

19 October 2023 17:21 0 dîtin
Mesrûr Barzanî: Divê welatî û hêzên ewlehiyê hevdu temam bikin

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 19ê Cotmehê, beşdarî merasîma derçûna Polîsê Hewlêrê ya taybet bû û di merasîmê de gotarek pêşkeş kir.

Mesrûr Barzanî got, “Beşeke girîng ji erkê polîs û hêzên ewlekariya navxweyî, parastina asayîşê, dabînkirina aştî û aramiyê, jinavbirina tawanan û şerê tawankaran e. Ya girîngtir jî ew e, çawa bi awayekî wekhev û dadperwerane û di çarçoveya yasa, rêzgirtin û parastina mafên mirovan de, bi welatiyan re tevbigerin û çawa binpêker û tawanbaran derdixin pêşberî dadgeriyê.”

Serokwezîr Barzanî destnîşan kir, “Divê welatî we wekî beşek ji xwe bibînin û her du alî hevdu temam bikin ji bo armanceke hevbeş, ew jî parastina ewlehî, aramiya welat û serûmalên welatiyan e.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di merasîmê de diyar kir: “Ez pîrozbahiyên xwe yên germ pêşkeşî hemû derçûyên vê xuelyê dikim. Hêvîdar im ku xuleyên wiha, bibin sedema zêdetir pêşdebirin, bihêzkirin û pêşxistina karînên karmendên polîsan.

Rêz û pêzanîna min a mezin bo hêzên asayîşa navxwe heye û destxweşiyê lê dikim, ji ber ked û xewnekirin, dilsozî û bikêrhatina wan, di cîbicîkirina erkên xwe ji bo aramî û asayîşa Herêma Kurdistanê. Ez bi xwe şahidê xebat û xizmetguzariyên berçav ên polîs û hêzên ewlekariya navxweyî bûm ku bi fedakarî û di şert û mercên dijwar de erkên xwe pêk tînin.”

Di berdewamê de jî Mesrûr Barzanî got: “Xweşbextane yek ji sedemên asayîş û aramiya Kurdistanê ku bûye destkeftek û sîmayeke geş a Herêma Kurdistanê, bo hevahengî, hevkarî û pêwendiya bihêz a di navbera gelê Kurdistanê û dezgehên ewlekarî de vedigere. Polîs û hêzên din ên ewlekariya navxweyî, nabe bi ti awayî xemsarî û nermiyê li hember tawanbaran û hemû kesên ku dixwazin aramî û asayîşa welatê me têk bidin û jiyana welatiyan bixin metirsiyê, nîşan nedin.”