Mesrûr Barzanî: Divê hêzên neyasayî ji Herêma Kurdistanê derkevin

21 December 2020 18:46 0 dîtin
Mesrûr Barzanî: Divê hêzên neyasayî ji Herêma Kurdistanê derkevin

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 21ê Kanûnê pêşwazî li Fermandarê Hêzên Operasyonên Taybet ên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraq û Sûriyê kir.

Piştî civînê hat ragihandin ku di hevdîtina ku Konsolê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê Rob Waller tê de amade bû de, behsa rewşa Iraq û deverê û girîngiya hevkariyên di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Hevpeymanan de hate kirin û tekezî li berdewam piştevanîkirina Pêşmerge ji bo rûbirûbûna gefên terorîstên DAIŞê hat kirin.

Fermandarê Hêzên Operasyonên Taybet ên Hevpeyman li Iraq û Sûriyeyê teqez kir, Herêma Kurdistanê li herêmê hevpareke girîng a Amerîka û Hevpeymanan e.

Serokwezîr Barzanî tevî ku spasiya hêzên Hevpeymanan kir ji ber hevkariyên wan li Herêma Kurdistanê di rûbirûbûna terorê de, behsa girîngiya cibicîkirina rêkeftina Şingalê û derketina milîşeyan ji wê deverê kir, da ku ewlehî û aramî li herêmê vegere û rê li ber vegera penaberan bo malên xwe veke.

Mesrûr Barzanî, tekez kir ku divê hêzên çekdar ên neyasayî ji Herêma Kurdistanê derkevin, da ku hemû hêz û karînên me ji bo rûbirûbûna terorê terxan bikin.