Mesrur Barzanî: Divê pirsgirêkên siyasî li ber pêwendiyên werzisê nebin asteng
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi Wezîrê Werziş û Xortan ê Iraqê Ehmed El Ubeydî re hevdîtinek pêk anî.
Di hevdîtinê de guftûgo derbarê girîngîpêdana bi pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de, bi taybet di warê werzişê de hatin kirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê destnîşan kir, pêwîst e pirsgirêk û astengiyên siyasî nebin rêgir li pêş bihêzkirina pêwendiyên werzişî yên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal û bi taybet jî nebin asteng ji beşdariya zêdetir a Herêma Kurdistanê di çalakiyên werzişî yên Iraqî û navdewletî de.
Wezîrê Werziş û Xortan ê Iraqê amadehiya wezareta xwe bo pêşxistina pêwendiyên werzişî ligel Herêma Kurdistanê û bihêzkirina zêdetir a çalakiyên di wî warî de anî ziman.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin