Barzanî bo El Jazeerayê got: Ji ber tehdîda ISID ê divê hêzên koalîsyonê bimînin

27 April 2021 23:53 0 dîtin
Barzanî bo El Jazeerayê got: Ji ber tehdîda ISID ê divê hêzên koalîsyonê bimînin

PeyamaKurd – Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi televîzyona El Jazeerayê re hevpeyvînekî taybet ya direj kir û got; bi sedema tehdîda İŞİD ê dewam dike, divê hêzên koalîsyonê li Iraqê bimînin. Barzanî di bernama bi navê ‘Lîqa’ul Yewm’ de, li ser gelek babetên di rojevê de ne axifî û şiroveyan kir.

Barzanî her weha li ser têkiliyên welatên cîran got ku Kurdistan dixwaze bi welatên cîran re xwediyê têkiliyên baş be. Barzanî di mijara tehdîda İŞİD ê de weha got:

“Li Iraqê hê jî tehdîda terora İŞİD ê dewam dike lewra bo têkoşîna li dijî İŞİD ê, pêdiviya hêzên Iraqê bi desteka hêzên koalîsyonê heye. Ev fikra han fikra hevpar ya heyeta Iraqê ye ku heyeta herêma Kurdistanê jî di nav de ye, fikra heyeta muzakereyan ya stratejîk ya bi Amerîkayê re ye.”