Ferhad Pîrbal bû namzedê serbixwe: Divê dadgeh bêne darizandin
PeyamaKurd - Rewşenbîrê Kurd Ferhad Pîrbal ku bi nêzîkahiya bûyeran a bi şêwaza xwe ya cuda pir caran di raya giştî ya Kurd de tê rojevê, ragihand ku ew ê di hilbijartinên 20ê Cotmehê yên Parlamena Kurdisltanê de bibe namzedê serbixwe.
Akademîsyen, nivîskar û helbestvan Ferhad Pîrbal, di derbarê namzediya xwe de wiha got:
“Eger ez werim hilbijartin, li Parlamenê karekî dijwar li hêviya min e.”
Bangeşa partî û namzedên hilbijartinên Parlamena Kurdistanê dest pê kir.
Rewşenbirê navdar Ferhad Pîrbal jî weke namzedê serbixwe serî li Komîsyona Hilbijartinan da.
Pîrbal ji Rûdawê re qala plan û projeyên xwe kir û got: “Li ser mafên karker, cotkar, esnaf û bazirganan plan û projeyên min ên taybet hene. Li welatên din jî partiyên ku mafên karkeran diparêzin hene, lê belê min ev yek li vir nedîtiye.”
"Divê dadgeh bêne darizandin"
Ferbad Pîrbal li ser hesabê xwe yê Facebookê çend drûşmên wekî “Ez ê zeviyê bidim kesê ku biajo”, “Ez ê parlamenê betal bikim: Ez ê li şûna partiyan, gel bînim nava parlamenê” û “Divê dadgeh bêne darizandin” nivîsandine.
Hejmara Ferhad Pîrbal a ku di pişkavêtina Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê de derketiye 189 e.
Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê
Li Herêma Kurdistanê, di 20ê Cotmehê de hilbijartinên Parlamena Kurdistanê pêk tên û bangeşa hilbijartinan di 25ê Îlonê de dest pê kir.
Di van hilbijartinan de wê hezar û 191 namzed, ji bo 100 kursiyan têbikoşin û di hilbijartinan de li 4 parêzgehan bi giştî 368 jin bûne namzed.
Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê biryar da ku di 25ê Îlonê de pêvajoya bangeşa hilbijartinan destpê bike û ragihand, ti astengiyên yasayî ji bo beşdariya hezar û 191 berbijêran tune ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin