Lavrov: Divê dewleteke serbixwe ya Filistînê bê avakirin
PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di Civîna Lijneya Giştî ya 78emîn a ku li Navenda Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li New Yorkê hat lidarxistin da ku li ser navê welatê xwe beşdar bû, axivî. Hegemonyaya welatên Rojava ya li ser sîstema navneteweyî rexne kir.
Dewletkarên rûsî ji behskirina şerê Ukraynayê dûr ketin, her çend ew mijara herî girîng a civînên Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bû, ku mezintirîn foruma navneteweyî ye.
Lavrov herwiha Amerîka û welatên bi wê re tevdigerin bi 'berdewamkirina pevçûnan û parçekirina mirovahiyê' sûcdar kir û got, "Ew çi ji destê wan tê dikin da ku rê li ber pêkhatina nîzamek cîhanî ya dadperwer û pirpolar bigirin û cîhanê neçar bikin ku li gorî qaîdeyên xwe bilîzin."
'Îşareta ku divê dewleteke serbixwe ya Filistînê bê avakirin'
Lavrov diyar kir, ji bo 'rewşa li Rojhilata Navîn asayî bibe' 'divê kêşeya Îsraîl-Fîlîstînê li ser esasê biryarên KENYê û Înîsiyatîfa Aştiyê ya Ereban bê çareserkirin'.
Wezîr bi bîr xist ku Filistînî 70 sal in li benda avakirina dewleta xwe ne. Lavrov eşkere kir, Amerîka pêvajoya muzakereyê bi rê ve dibe û got, ev yek tê wê wateyê ku rayedarên Amerîkayê ji bo ku aştî pêk neyê çi ji destê wan hat kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin