Pûtîn: Soza dewleteke serbixwe dabûn kurdan, lê hatin xapandin!

25 December 2024 14:32 0 dîtin
Pûtîn: Soza dewleteke serbixwe dabûn kurdan, lê hatin xapandin!

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di civîna xwe ya çapemeniyê ya salane de behsa “pirsgirêka kurd a Sûriyê” kir û got, “Divê pirsgirêka kurd bê çareserkirin.”

Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di civîna xwe ya çapemeniyê ya salane de beşek ji axaftina xwe ji kurdan re veqetand. 

“Li Tirkiyeyê bi milyonan kurd hene”

Pûtîn der barê kurdan de wiha got: “Li Tirkiyeyê bi milyonan kurd hene. Li Îran û Iraqê gelek kurd dijîn. Yanî çend kurd li wir dijîn? Bêguman hûn çêtir dizanin, lê hejmara texmînan li dora 30 heta 35 milyonan e. Rast e?”

“Kurd şervanine jêhatî ne”

Serokê Rûsyayê diyar kir ku “pirsgirêka kurd” pirsgirêkeke cidî ye û got, “Kurd mirovên cidî û şervanên jêhatî ne.”

“Divîbû di serdema Esed de çareser bibûya”

Pûtîn got, “Pêwîst bû pirsgirêka kurd (li Sûriyeyê) were çareserkirin. Divê ev pirsgirêk di serdema Beşar Esad de bihata çareserkirin. Niha divê ev pirsgirêk bi rayedarên Sûriyeyê re bên çareserkirin. Di heman demê de divê Tirkiye bi awayekî ewlehiya xwe bi awayekî misoger bike.”

“Di Şerê Cîhanê yê Yekem de dewleteke serbixwe dabûn kurdan”

Pûtîn ev tişt jî anî zimên:

“Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem dewleteke serbixwe dabûn kurdan, lê wê demê biryareke şaş hat dayîn û kurd hatin xapandin.”