Çîn: Em pistgiriyê didin damezrandina dewleteke Filistînî ya bi temamî serbixwe
PeyamaKurd – Serokdewletê Çînê Şî Cînpîng diyar kir ku ew ê ji nû ve avakirina dewleta Filistînê re bibin alîkar û ji bo tevlêbûna wê ya li Neteweyên Yekbûyî (NY) weke endamekî tam piştgirî bidin.
Serokomarê Çînê di 10emîn Konferansa Wezîran a Foruma Hevkariya Çîn-Welatên Ereb ên ku li Pekînê hat lidarxistin da axivî.
Xi yê ku krîza însanî ya li Xezzeyê xist rojeva xwe, banga çareseriya du dewletî li herêmê kir û destnîşan kir ku Çîn ji bo kêmkirina qeyrana însanî ya li Xezzeyê wê piştgiriya xwe bidomîne.
Xi got, "Em piştgiriya avakirina dewleteke Filistine ya bi temami serbixwe dikin. Daxwaza dewleta serbixwe ya Filistine ya endamtiya tam a NYe were cih."
Xi Jinping diyar kir ku piştî pevçûnên li herêmê wan fikra piştgirîkirina ji nû ve avakirina herêmê pejirand û diyar kir ku wê piştgiriya aborî ji herêmê re bê dayîn.
Xi Cinping herwiha eşkere kir ku ew ê 3 milyon dolar ji bo alîkariyên mirovî yên bilez bo Xezzeyê bidin Ajansa Alîkariya Penaberên Filistînî yên Rojhilata Nêzîk.
Çîn wê di sala 2026an de mazûvaniya civîna duyemîn a Sino-Ereban bike.
Îspanya herî dawî ragihandibû ku ew bi fermî dewleteke Filistînî, di nav de Şerîda Xezze û Şerîeya Rojava, ku Qudsa Rojhilat wek paytexta wê ye, nas dike. Serokwezîr Sanchez ragihand ku heta ji aliyê hemû aliyan ve neyê qebûlkirin ew ê guhertina sînorên 1967an qebûl nekin.
Norwêcê jî bi biryarnameya ku ket meriyetê dewleta Filistînê bi fermî nas kir. Piştî van her du welatan Îrlandayê jî ragihand ku bi fermî dewleta Filistînê nas dike.
Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Yisrael Katz di daxuyaniya xwe ya piştî biryarên naskirinê de îdia kir ku naskirina dewleta Filistînê tê wateya "terkkirina girtiyên Îsraîlî" yên ji aliyê Hamasê ve li Şerîda Xezzeyê tên girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin