Dr. Ferhad Pîrbal namzediya xwe ya ji bo Parlementoya Kurdistanê ragihand

10 August 2024 20:13 0 dîtin
Dr. Ferhad Pîrbal namzediya xwe ya ji bo Parlementoya Kurdistanê ragihand

PeyamaKurd – Akademîsyen û nivîskar Dr. Ferhad Pîrbal bû namzedê serbixwe yê parlamentoya Kurdistanê. Pîrbal got:

“Eger bêm hilbijartin karên zor li benda minin lê projên min yên taybet hene.”

Hilbijartinên parlementoya Kurdistanê di 10ê Cotmehê de ne û ji bo namzediyê wext gelek kêm e. Pîrbal di bernama Rûdaw TV de got; eger bê hilbijartin gelek projên wî hene ku bixe rojeva parlementoyê. Pîrbal weha dewam kir:

“Li ser mafê karker, cotyar, esnaf û bazirganan planên min yên tayebet hene. Li welatên din partiyên ku bergiriya mafên karkeran dikin hene lê min li vê derê nedît. Herkesê bibe namzed divê biryarê bide dê kîjan qorê temsîl bike.

Heya pêvajoya propagandayê ya hilbijartinan destpêneke nehewceye behsa projên xwe bikim. Ez ê li kesî guhdarî nekim. Her tişt di destê Xwedê de ye. Ez soz nadim ti kesî û her tiştê xwe hewaleyê Xwedê dikim.”