Sekreterê PDKê: Pêwîstiya Iraqê bi dewletekê ku bi îradeya xwe damezrînin heye

09 September 2022 12:30 0 dîtin
Sekreterê PDKê: Pêwîstiya Iraqê bi dewletekê ku bi îradeya xwe damezrînin heye

PeyamaKurd – Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî di derbarê rewşa siyasî ya Iraqê de da zanîn, pêwîstiya Iraqê bi dewletekê heye ku bi îradeya xwe damezrînin û ji takrewiya partî û mezhebî û fikra şovenîzmê dûr be.

Fazil Mîranî diyar kir, zehmet e pêşbînî were kirin ku wê çi rû bide û got: “Li Iraqê hikûmet heye, lê belê dewlet tune ye. Divê dewletekê bi îradeya xelkê Iraqê were damezrandin û ji takrewiya partî û mezhebî û birêvebirina bi fikra şovenîzmê dûr be, wê demê Iraq ê seqamgîriyê di xwe de bibîne.”

Herwiha li ser biryara Dadgeha Federal a derbarê redkirina hilweşandina Parlamentoya Iraqê de Fazil Mîranî destnîşan kir: “Li gor nêrîna min, di bingehê de desthilata Dadgeha Federal tune ku kêşeya parlamentoyê çareser bike, divê li gor destûrê parlamento bi xwe kêşeyên xwe çareser bike.”

Mîranî li ser mijara pêkanîna hikûmetê ji aliyê Çarçoveya Hevahengiyê ve jî axivî û eşkere kir: “Ev pêngav bêyî rêkeftina bi Tevgera Sedir, karekî zehmet e, tenê valakirina qadê bi awayekî temam ji aliyê Tevgera Sedir ve di berjewendiya Çarçoveya Hevahengiyê de ye.”

Fazil Mîranî di berdewamiyê de şêwaza qebûkirina destjikarkişandina parlamenterên Tevgera Sedir weke neyasayî bi nav kir ku kesek bi navê hemûyan îmze li ser îstîfaya hemû parlamenteran pêşkêş bike.

Herî dawî Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî li ser pêwendiya PDK û Çarçoveya Hevahengiyê diyar kir: “Nakokiya me ligel tu aliyekî tune ye, lê belê em rastiyê dixwînin, em ku me ligel Sedir hevpeymanî pêk anî, nayê wateya wê yekê ku em li dijî ewên din in, lê belê aliyekî wan dixwest rewşê bixin stûyê Şîeyan.