DAISê êrîsî binkeyeke milîsên Hesda Seibî kir

17 December 2020 12:19 0 dîtin
DAISê êrîsî binkeyeke milîsên Hesda Seibî kir

PeyamaKurd  Terorîstên DAIŞê, êrîşî binkeyeke milîsên Heşda Şeibî ya li sînorê bajarê Xaneqînê kirin.

Heşda Şeibî îro bi beyanameyekê êrîşa DAIŞê ya ser binkeya wan de ragihand û got, şeva borî DAIŞê êrîşî ser Heşda Şeibî kiriye.

Hat diyarkirin, DAIŞê êrîşî ser binkeya lîwaya 10a Heşdî Şeibî ya li gundê Ehmed Tahîr a li sînorê Xaneqînê kiriye.

Li gor heman daxuyaniyê, şer di navbera wan milîsan û DAIŞê de derketiye, li ziyaneke canî çênebûye.