Koma Esayîb Ehl el-Heq a ser bi Hesda Seibî ve gefê li Amerîkayê dixwe

26 December 2020 13:00 0 dîtin
Koma Esayîb Ehl el-Heq a ser bi Hesda Seibî ve gefê li Amerîkayê dixwe

PeyamaKurd Bi vîdeoyekê, milîsên koma Esayîb Ehl el-Heq a ser bi Heşda Şeibî ve, gefê li Amerîkayê dixwin û ji serkirdeyên xwe daxwaz dikin ku ferman bidin dest bi êrîşan bikin.

Li ser kanala Sabirîn News a nêzîkî milîsên koma Esayîb Ehl el-Heq vîdeoyek hatiye belavkirin û di wê vîdeoyê de kesek rûnixumandî di nav çend çekdaran de derketiye pêş û dibêje: “Em weke Esayîb Ehl el-Heq, ew çeka ku me berê pê şerê dagirkeran kir, niha di destê me de ye û amade ye li ber hevpeymanên Amerîkayê bi kar bînin.”

Herwiha diyar dike: “Her destdirêjiyek bi ser mucahidan de, destdirêjiya bi ser me de ye.” Ev jî weke amajeyek bo her bersivdaneke Amerîkayê bo komên milîs ên ser bi Îranê ye, ku Washington derbarê êrîşên ser Balyozxaneya Amerîkayê de wan tohmetbar dike.

Çekdarên ku di vîdeoyê de rûyên wan nixumandî ne, ji serkirdeyê Esayîb Ehl el-Heq Qeys Xez'elî daxwaz dikin ku fermana êrîşkirinê bide wan.